Dayê Tu Megrî
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
çira û rewşen li me vemirtin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Xwendin nehiştin li nav me kurdan
Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
şêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin
Azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Va em şiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Dijmin du nifşin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîndirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Em tev diçin tên, dolab û çerxin
Mebîne ko em ciwan û ferxin
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Divêt bi leşker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêş neyaran
Êrîş bikin em bi gullebaran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe
Kelaşînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Rabe bi hev re em herne şaxan
Derman bikin jin: laş û kelaxan
Ronî bidin xweş rengê çiraxan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Milên xwe bidne milên me şêran
Di şevreşan bin rengê sitêran
şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Dayê em xortin xwîna me germ e
Bindest bimênin ji bo me şerm e
Ta kengî dijmin paşa li ser me
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev şiyarbûn Ferhad û şêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî
Tepkin ne?