Dengê Perîşanê

Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra ji hev bela nakî

Lolo Pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Ristem yan Êzdîn şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî

Lolo Pismamo haya te ji te bî
Çarika minê reş li serê te bî
Roja lêdanê mêr be l’meydanê
Kuştin tim hebî, reva te nebî

Dotmama te me, min çav kildaye
Derefşa Kawe, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
Îro lêdan e roja Kurda ye

Dengê min zîz e hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
Êriş e lêxe pismamo lêxe
şerm û fehêt e îro tu razî

Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
Li pişta xwe girêde rext û fişek e
Pisamê min î, dotmama te me
Mi ji te re kil dane çavên belek e

Tepkin ne?

like

dislike

love

funny

angry

sad

wow