Min Dî Li Dinê Pur Ecêb

Min dî'l dinê da pur  'ecêb nayên hîsab û defterê
Yek jî ji wan dostan nema qet şubhetê dostê berê

Tê bêjî ev dostê'j' dil in maşaellah tev kakil in
Yek rûh in û dû şekil in te hew dî bûn l'şikra kerê

Belkî ji wan ker çêtir e çunkî reben barhilgir e
Bi kû da bibin bê qîrqîr e ne wek va dest ser xencerê

Dostaniya j'dil bû  xela hetta di nîv şêx û mela
Li 'aqila bûye bela hetta defin çin meqberê 

Zû'j hev diçin dost û heval serhev didin ew erzûhal 
Seb tiştikî pur bêkemal tu mêzekî li bin Hecerê

Nînin hekîm 'îş çê bikin nav alemê da bin sekin 
Derd û bela derman bikin şewqê bidî wek fenerê 
Me'j rebbê xwe hêvî heye ku bêtin zû'l hana me ye
Hilnê evê'j nava me ye em bin birayê cegerê 

Piştî eva qehr û kula derman bikin derd û bela
Geş bin bi hevra wek gula hetta biçîne mehşerê 

Ey Seyd 'Elî nebî nebî tirsa te qet ji keskî hebî
Îmam Elî ceddê te bî girt destkî deryê Xeyberê

Tepkin ne?

like

dislike

love

funny

angry

sad

wow