Bargiran Im
Bargiran im ez, rê dûr û serkaş
Xûz im, piştkul im, dimênim li paş
Kerwan xwe gihand qûnaxê sivik
Kerajo nezan û rêçika me şaş
Bargiran im ez, piştkul û birçî
Li paş kerwan jî herim dîsa baş
Milet nezan e, e jî perîşan
Lêdan û zindan, kuştin jî, rapaş
Milet dixwazî sivik herim pêş
Lê bar giran e, tê re, li ser xaş
Bi zor min tajon, nizanim ka rê?
Li pêş me: av û çirav û co, aş
Ketin û rabûn, lê tim diçim ez
Dilê min pir xurt, bi fort û şabaş
Barê min giran, berê min li jor
Rêça min dijwar, hemî rêl û kaş
Dengek ji dûr hat gote min:
Bar hilgir weza, sêfî û bê maş!
Jê re divên: Êm tîmareke baş
Em derdê bargîr, av derdê ger, aş
Pêncî sal in em ji wer dibêjin
Bargiran, piştkul wer diçim li paş
Cegerxwîn, bes in gilî û gazin
Di nav nezanan nabênî yek baş!
Tepkin ne?