Bête Hêç Im Welat

Welat, çi qas bilind bibî 
Ew qas e jî bilind dibim 
Her çend pak û rind dibî 
Ew çend pak û rind dibim 

Serbest bijîn bajar û gund 
Kurd tê de rûnin serbilind 
Wek feylesûfê çîn û Hind 
Bi rûmet û mezin dibim 

Kengî tu payadar bijî 
Ala li her der rahejî 
Belav bibî pesnê te jî 
Navdar û pir pesend dibim 

Bilind bibi pir xwendegeh 
Cotar û karker bibne şah 
îdî di dil namênî ah 
Ronî didim wek find dibim 

Dîsa çîya tev şîn bibin 
Xort û keçik tev dîn bibin 
Hin wek Mem û hin Zîn bibin 
çîrok di nava gund dibim 

Heta ko gundî rakevin 
Wê b` dehkera min dakevin 
Zû xew bi çavan nakevin
Taxûrê Hind û Sind dibim 

îro tu bin destê neyar 
Bê leşker û ferman û dar 
Qul, qul dirazim rengê mar
Hawar bi rengê kund dibim 

şêr im kurê Mîtanîya 
Cihê minin şax û çîya 
Doza me axa Mîdîya 
Nêzîk e wek axunde dibim 

Divê ko em şîyar bibin 
Bo şoreşê li kar bibin 
Haval ûdost û yar bibin 
Wê çaxê wek ferzend dibim 

Hilmek ji wan baxên di şîn 
Pir xweş dikî derd û birîn 
îdî ciger nabî bi xwîn 
Govend li dor Elwend dibim.

Tepkin ne?

like

dislike

love

funny

angry

sad

wow