Azadîxwaz Im

Tîp û lekên kurd ketin zinaran 
Li hawîr bumba bû gullebaran 
Êrîşdibin der komên neyaran 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Şev ta sipîdê me nîne qet xew 
Cihan li ber me dibîte rew - rew 
Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew? 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Bavê te çû şer, şêr e li meydan 
Êrîş dibin ser îran û Tûran 
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Kengî mezin bû, divêm bixwênî 
Rewşa cîhanê tu xweş bibênî 
Ji nû tu karî dijmin derênî 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Keç û kurên kurd hemî şîyar bin 
Ji bo serbestî hemî li kar bin 
Ji hev re dost bin, dijê neyar bin 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Dijware dijmin, Tûran û Firs e 
Gernas û mêr be, ji wan metirse 
Sibê şiyarbû, li min mepirse 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Ji bo xweş bin dem û gevên te 
Ezê sipîdê bighê bavê te 
Bere ziwabin herdu çavên te 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Milên xwe bidme milên berane 
Di şer da en tev xûşk û birane 
Êrîş bikin em, lê şer girane 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Bizane, xwendin ji bo we derman 
Da ku bizanin qanûn û ferman 
Derxin ji dil em van tirs û şerman 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Destên xwe bidne destên çepên rom 
Bibin partîzan bi leshker û kom 
Carek metirsin ji `hok` û `fantom` 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Dibî bavê te di şer de bimrî 
Zinhar kurê min nebî tu bigrî 
Em têne kuştin ji bo tu nemrî 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Dijmin naçî der bi lav û gazê 
Xwînê nerêjî naghê daxwazê 
Siba diçim şer divêm tu razê 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Şêx û melan em tev kirne derwêş 
Ev bû du sed sal, em bûne berbêş 
Ba bêne kuştin, nemêni ev êş 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Şîn tê bi xwînê dara serbestî 
îdî naxwazin dîlî, bindestî 
Ev êlperestî, ev olperestî 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Mirovperestim mîna Cigerxwîn 
Serbest bijîn tev, ne wek `Mem` û `Zîn` 
Jîna serbestî, divê me ev jîn 
De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Tepkin ne?

like

dislike

love

funny

angry

sad

wow