Peyv

Devê gur girêbide, devê gur girê..
Lê hema ez, bi vî ziman û zêna folklorik
Siwar im li hespê gotinokan
Peyvên min li dorhêla bajêrên mezin
Wek nameyeke wenda ji dema xwe dûr
Kî mir kî çû kî ma nizanim

Peyvên min di hingora serdemê de bêmefer
Nikarim bêjim ez ji te hez dikim
Te ez kuştim rast e, aşiqê te rat e
Peyvên min wekî min şel û şat in
Li ber sekeratên demê her disojin wekî min

Di cîhana wergerê de bê zar im bê ziman im
Peyvno, werin min hilgirin û bibin

Tepkin ne?

like

dislike

love

funny

angry

sad

wow