Çardehê Temûzê

Ey cejna şadî, ey cejna şadî, 
Cejna serbestî, gerdenazadî
Li ser çavan be çardehê temûz
Dîsa bi xêr hat cejna we pîroz 
Millet wergirtin bergên dilxoşî
Ala kesk û sor welat dapoşî
Li her der şadî, millet dev li ken 
Hatin çirandin, ew zencîr û ben
Destên xwe dan hev tev Kurd û Ereb 
Li ber koledar winda bû neqeb 
Îdî naxwazin dîlî, bindestî
Da bimrî zorker, bijî serbestî 
Ji bo me danîn ev rejîm û hîm 
Bijî payedar, Kak Ebdilkerîm

Tepkin ne?

like

dislike

love

funny

angry

sad

wow