Qiblegeha Aşiqan

Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî
Tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu

Dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘eden
Nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
Gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
Ahûya deşta tetarê rehzena aska xeten
Horiya baxê beheştê çav xezala kê yî tu

Qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav
Hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav
Dax û kovana evînê sotî canê min tevav
Extera subha se’îd î reşrihana ta belav
Filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu

Ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar
Sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
Helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar
Nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
Lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu
Pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed

Min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed
Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
Qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed
Şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu

Sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal
Xaleke wa l’gerdenê mîslê berê reş mah û sal
Sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal
Netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal
Laubal î çardexal î çardesala kê yî tu

Şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam
Sed tilism û sihre tê da pêkve suryanî meqam
Ebceda ‘eşqê me xwend û ‘eql û wendakir we mam
Horiya baxê beheştê tûtiya tawusxeram
Xeyrî batey padîşaha min delala kê yî tu

Tepkin ne?

like

dislike

love

funny

angry

sad

wow