El Wefayî Wesla Canan Xemzîdara Min
El wefayî wesla canan xemzîdara min nehat
Ya tu qelbê asiqan î, gulnîgara min nehat
Mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat
Subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat
Derd û dax im, bê qerar im, bê bihar im, bê çîmen
Bê hebîb im, bê tebîb im, hem xerib im bê weten
Şubhê yaqûbî ji işqa yûsifê gulpîrehen
Mûnisê derd û xeman im sakinê beyt-ul hezen
Tar û mar im, întîzar im, sehsiwara min nehat
Pertewa şem`a cemalî, min disojit dem bi dem
Iştîyaqa zulf û xalan têk kirim deryayê xem
Dame ber pêça fîraqê, weslê qet nakit kerem
Ma mededkarê me bit "înna fetehna" subh û dem
Weme,sotim ateşê dil, şehriyara min nehat
Şubhemestan im weku dîwane ez dîwaneser
Badeoş im, pirxuroş im, bêyîhoş im derbider
Hesret û hicrin keser mehbûb û xeyrin bîn`nezer
Bîlfîraqê lî`ttelaqî bê sikûn in ta seher
Xwabê nûşîn ba ezîz im, dilnîgara min nehat
Meclisa bê saz û hey-hey, min nevêt naçimeyê
Bê defû bê çeng û bê ney, min nevêt naçimeyê
Bezmeya bêyara batê min nevêt naçimeyê
Bêfîraxet yara batê eşwekara min nehat
(ev helbesta xelas nebûye)
Tepkin ne?