Ji Çirya Paşî Pê Da

Ji çirya paşî pê da 
Melayê Bateyî kanê 
Sefer kêşa bi Miksê da 
Li ser weqtê zivistanê 

Zivistanê evî yolê 
Evî beryê evî çolê 
Mijê avête derdolê 
Xwinavê girtî kêstanê 

Xwinavê girtî nesrînê 
Cemed çêbû li sewlînê 
Girya me tê ji bo asmînê 
Zerî nayêne seyranê 

Zerî tên û diyar nabin 
Coşil tên û star nabin 
Çi cindî tên siyar nabin 
Bûye tarî li kolanê 

Bûye tarî û zulmat e 
Sir û serma ji nû hate 
Yeqîn kanûn eda hate 
Binêrin dax û kovanê 

Binêr daxa me êxsîra 
Xezam zer bûn rezê mîra 
Reyhan barî di avê da 
Reyhan barî di eywanê 

Perîşan in li hingorê 
Ji Comerza gola jorê 
Mecalêd Berçela borî 
Zerî nayêne seyranê 

Tepkin ne?

like

dislike

love

funny

angry

sad

wow