Bere Bihar Bi Xêr Bê
Bihar e ba bi xêr bê li ser çavên me Nûroz
Ba Kurd ji hev re bêjin: Bira cejna te pîroz
Kincên ciwan wergirin li Kurdistan keç û kur
Zerî biçin semayê çi amoz û çi xaloz
Mizgîn ji bo me bêtin doza me va giha me
Em aşîtî dixwazin kengî bighê me ew doz
Perî û xort û reşkal li her derî bibêjin
Bijî serdarê zana ev rêberê me Behroz
Canfidayên ciwanmêr em deynin ser milên xwe
Îdî em şer naxwazin gulebaran û bahoz
Em dixwazin bihar bê bi ken li her der û cî
Hembêz bikin keç û xort hemi pismam û amoz
Bi serbestî bilîzin maçan bi hev bigorin
Bere ji min bixeydin ev neqşebend û kerboz
Xwedê li jor dizanî em ji bona çi dane
Çima girtî û dîl bin weke berxa di nav koz
Tepkin ne?