Cizîrî Rabe Meyzenê
Mela rabe, evîna te
Giha ber rendeşa zanîn
We, rê winda û şev tarî
çi Geylanî çi şîrazî
Serî hilde binêr çawa
Gihane jorê ezmana
Me gewher perçe kir îro
Bi zanîn û serefrazî
Li ser heyva wekî birhên
şepala te, dikin geştê
Di baxê gulşena dilber
Diçin, tên em bi şehnazî
Xwedê kanî, li ku ye ew ?
Supahê lem terew îro
Gelo qey pîr û bê havil
Dinav Laşey û hevrazî
Hezar salî qelender bî
Tu naçî ber derê dilber
Ku şehnaza ciwan û rind
Mirovên wek te naxwazî
Cizîrî rabe neyzêne
Cizîr çawa perîşane
Hemî milet gihan dozê
Bi gernasî, bi şûrbazî
Bi tîrê tore dur siftin
Gulên baxê te pişkiftin
Divêm ez we ji xwe rakim
Bi qêrîn û bi devsazî ...
Tu zanî ez Ciger-xwînim
Ne dost û dijminê dînim
Gelo kî dighê daxwazê
Bi derwêşî, bi gaz-gazî ?
Tepkin ne?